Vîna welatparêziyê nexweşiya giran têk dibe

28 sal berê di 28'ê Tebaxa 1988'ê de li gundê Kurêmê ya Duhokê ji aliyê rejima Baas ve 33 kes hatin gullebarankirin û 5 kes ji vê komkujiyê rizgar bûn. Yek ji van kesan jî Qahar Xelîl Mihemed e ku di salvegera vê komkujiyê de felcê lê daye û niha li Bakurê Kurdistanê tê dermankirin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

28 sal berê di 28'ê Tebaxa 1988'ê de li gundê Kurêmê ya Duhokê ji aliyê rejima Baas ve 33 kes hatin gullebarankirin û 5 kes ji vê komkujiyê rizgar bûn. Yek ji van kesan jî Qahar Xelîl Mihemed e ku di salvegera vê komkujiyê de felcê lê daye û niha li Bakurê Kurdistanê tê dermankirin.

Pêşmerge Qahar Xelîl Mihemed di salvegera Komkujiya Gundê Kurêmê de ku yek ji wan kesan e ji wê komkujiyê rizgar bûye, felcê li aliyê wî yê çepê daye. Piştî vê yekê bijişk dibêjin ku, pêwîst e ew biçe Almanya li wê derê were dermankirin. Her wiha bijişkan jê re gotiye ku ew heta 6 mehan jî nikare rabe ser piya.

Lê Qahar Xelîl Mihemed amaje dike ku, ew dixwaze li ser axa xwe were dermankirin û naxwaze ji Kurdistanê dûr bikeve. Qahar Xelîl Mihemmed Berê xwe dide Diyarbekirê û piştî demeke kin bi vîna xwe ya xurt û bi hêza welatparêziyê rabûye ser piya.

Qahar Xelîl Mihemed di wê baweriyê de ye ku, bêhna axa wî jê re wek derman e û dibêje: “Bêhna axa min ji vir tê. Ez li ser axa xwe têm dermankirin û ev yek ji bom in wek derman e. Dema ez tême vir û xelk bi zimanê min diaxifin, ev yek ji bo min manewiyataka mezin e.”

Qahar Xelîl Mihemed niha li Diyarbekirê dermankirina xwe didomîne û her roj bi alîkariya hevjîna xwe û kurê xwe berê xwe dide navenda fîzyoterapiyê û li vir ji aliyê pisporan ve tê şopandin. Kurê Qahar Xelîl Mihemed , Hajar Mangoshî behsa şeva despêka nexweşiya bavê xwe dike û amaje dike ku, bavê wî mirovekî hestiyar e, lê welatparêziya wî ji hemû hestên wî bihêztir e.

Kurê Qahar Xelîl Mihemed Hajar Mangoshî ji K24ê re got: “Di salvegera komkujiya gundê kurêmê de melayê mangoşê li ser birayê bavê min stranek got. Bavê min jî her guhdarî vê stranê kir û xemginiya wî gur bû û paşê jî felcê li aliyê wî yê çepê xist.”

Qahar Xelîl Mihemed dibêje ku, rayedarên Başûrê Kurdistanê di pêvajoya nexweşiya wî de li wî xwedî derketine û manewiyeteke baş dane nîşan û her wiha ew gelek keyfxweş e ku, heman helwestê li Bakurê Kurdistanê jî ji aliyê xelkê ve dibîne.