Asayişa Rojava 4 serkirdeyên PYKSê azad dike

Li Qamişlo Asayişa Rojava 4 serkirdeyên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) ji girtîgehên xwe azad kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Qamişlo Asayişa Rojava 4 serkirdeyên Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) ji girtîgehên xwe azad kirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo rahihand, Asayişa Rojava çar endamên Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Marûf Mela Ehmed, Ebdilsemed Xelef Biro, Enwer Naso û Silêman Oso ji girtîgehên xwe azad kirin.

Asayîşa bajêr Amûdê roja 16 Mijdarê bi ser radîoya “Amûde FM” de û nivîsgeha PYKSê girtibûn. Roja 18 vê mehê jî hejmarek ji endam û serkirdeyên wê partiyê xwastin nivîsgeha xwe vekin, lê asayişa Amûdê ew çar endamên Polîtbîroya PYKS binçav kirin.

Tê zanîn ku, duh danê êvarê Asayişa Rojava endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Neşet Zaza û endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah û rojnamevan Berzan Şêxmûs ji girtîgehên xwe azad kiribûn.

Tê zanîn ku, hîn bi dehan endam û serkirdeyên ENKS û partiyên di nava ENKSê de di girtîgehên Rêveberiya Xweser de li Cizîr û Efrînê girtî ne.

Her di vê derbarê de Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro ji K24ê de ragihand, sibe ENKSê li Qamişlo dest bi xwepêşandanekê li dijî girtina siyasetmedaran dike.