Li Dîlokê 16 kes hatin girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê 16 kes hatin binçavkirin.
Duh, li bajarê Dîlokê navçeya Şahînbeyê polîsên dijî terorê bi ser 20 malan de bi awayek hevdem girtin û operasyonek berfireh pêk anîn.
Di encamê de 16 kes bi hinceta çalakiyên neyasayî kirine hatin binçavkirin. Lêpirsîna binçavkiriyan li Rêvebergeha Ewlekariya Dîlokê berdewam dike.