Li Tirkiyê 5 Hezar mamoste vedigeriyan karên xwe

Pêwendiyên wan bi Tevgera Gulen re tûnebûn.

K24-Navenda Nûçeyan

5 Hezar mamosteyên ko berî niha ji kar hatibûn dûrxistin vedigerin li ser karên xwe.

Duh di Lijneya Giştî ya parlementoya Tirkiyê de Wezîrê Navxwe Îsmet Yilmaz bersiva pirsa Parlementerê CHPyê da û ragihand ku, di encama lêpirsînan de hatiye zanîn ku, 5 hezar mamosteyên pêwendiyên wan bi Tevgera Gûlen re nîne dê îro vegerin li ser karên xwe.

Li Tirkiyê di 15ê Tirmehê de hewla derbeya leşkerî hatibû dayîn lê serneketibû. Piştre dehan hezar karmendên dewletê û mamoste ji kar hatibûn dûrxistin.