Demîrtaş bi rêya sikaypiyê beşdarî dadgehê bû û berevaniya xwe kir

Mehkemeya Demîrtaş berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku, erkê wî yê nûnertiyê ya viyana netewî bi dare zorê ji destê wî hatiye standin.

Demîrtaş ji ber axaftinên xwe yên li Cizîrê ku, bi tohmeta li dijî dewleta Tirkiyeyê gotinên xirab bikaraniye li bajarê Mêrdînê tê mehkeme kirin.

Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya sikaypiyê beşdarî mehkemeyê bû û got: Erkê wî yê nûnertiyê ya viyana netewî bi dare zorê ji destê wî hatiye standin.

Demîrtaş li ser tohmetên derbarê axaftinên wî yên li Cizîrê jî da zanîn ku, ger dewlet rexne û nîgeraniyên wan ber çavan bigirta bûyerên li Nisêbîn, Cizîr û Silopiyê rû nedidan û herwiha ev bûyerana ji bo hewla derbeya leşkerî nedibû bingeh.

Mehkemeya Demîrtaş berdewam dike.