Kurtulmuş: Parlementoya Ewropa bi biryara xwe piştgiriya terorê kir
K24-Navenda Nûçeyan
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş nerazîbûnek tûnd li hemberî birayara Parlementoya Ewropayê nîşan da û got ku, parlementoya Ewropayê bi vê biryarê piştgiriya terorê kiriye.
Derbarê vê yekê Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş li Balyozxaneya Tirkiyê ya Londrayê axifî û rexne li biryara Parlementoya Ewropayê girt.
Kurtulmuş got ku, ti giringiya biryara parlementoya Ewropayê ji bo wan nîne û ew vê biryarê nas nakin.Da zanîn ku, Parlementoya Ewropayê bi vê biryara xwe piştgiriya terorê kiriye.
Parlementoya Ewropayê 2 roj berê bi piraniya dengan pêşniyar li Yekitiya Ewropayê kiribû ku, danûstandinên digel Tirkiyeyê werin sekinandin.