PDK dest bi gereke din ya danûstandina dike

Biryar e di çend rojên bê de, şandeke pilebilind ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo gufûgokiirin û danûstandinê serdana partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di çend rojên bê de, şandeke pilebilind ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo guftûgokirin û danûstandinê serdana partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bike.

Jêderekî pilebind ji PDKê ji K24ê re ragihand, şandeke pilebilind di çarçoveya destpêşxerî û peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de û bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê dest bi gereke din ya danûstandinan bi tevahiya aliyên siyasî yên Başûrê re dest pê bike.

Her di derbarê de Kargîrê Encûmena Rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm jî ji K24ê re ragihand, biryar e roja Duşemê 28 Mijdarê şandeke PDKê dest bi serdana aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bike.