Qeter li ser pirçekirina Opozîsyona Sûriyê berdewam e

Eger Serokê Nû yê Amerîkayê Donalid Trump piştgiriya xwe ji Opozîsyona Sûriyê rawestîne jî .

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Qeterê Mihmed Bin Ebdulrehman Al Sanî ragehand ku, eger Serokê nû yê Amerîkayê Donalid Trump piştgiriya xwe ji Opozîsyona Sûriyê rawestîne jî  welatê wî dê  li ser pirçekirina Opozîsyona wî welatî berdewam be.

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa Reutersê Wezîrê Derve yê Qeterê Mihmed Bin Ebdulrehman Al Sanî wiha got:"Qeter bi tena serê xwe naçe roketên li ser milan daku, berevaniya xwe li himberî firokeyên leşkerî yên Sûriyê û Rûsyayê bike nade."

Da zanîn ku, tevî hewcedariya opzîsyonê ji çekan re lê dana çekên lidijî firokeyan û li ser milan têne deynan pêwîstiya xwe bi erênîkirine giştî ji hemû aliyên piştgir ji opozîsyonê re.

Bin Ebdulrehman Al Sanî tekez kir ku, eger Serokê Nû yê Amerîkayê Donalid Trump piştgiriya xwe ji Opozîsyona Sûriyê rawestîne jî  welatê wî dê  li ser pirçekirina Opozîsyona Sûriyê berdewam be.