Li Stenbolê çalakiyên li dijî tundûtûjiya jinan berdewam in

Çalakî, di gel dîmenên rengîn bê alozî bi dawî bû.
kurdistan24.net

 

K24-Stenbol

Di roja Neteweyî ya Piştevanî û Têkoşîna li dijî tundûtûjiya jinan de jinên ku derketine kolanan li dijî tundûtujiyê dengê xwe bilind kirin. Jinan li malê, li kolanan û li kargehan li dijî tûndûtujiyê nerazîbûna xwe nîşan dan. 

Di roja 25 mijdarê de ku wekî roja Neteweyî ya Piştevanî û Têkoşîna li dijî tundûtûjiya jinan tê zanîn; li her derê cîhanê jin, derketin kolanan û li dijî vê tundûtujiyê dengê xwe bilind kirin. Li Tirkiyê derbarê vê mijarê de çalakiya herî mezin li Stenbolê li Taksîmê hat lidarxistin. Jinan bi pankart û sloganan tûndûtûjiya li ser jinan protesto kirin.

Jinên ku di çalakiyê de bi Kurdî û Tirkî daxuyaniya çapemeniyê xwendin, gotin: "em wekî, jin li dijî tûndûtûjiya zilaman û dewletê li jiyana xwe, bedena xwe û nasnameya xwe xwedî derdikevin û bi riya vê çalakiyê dengê xwe bilind dikin."

"Li malê, li kolanan, li her deveran em li rastî tûndutûjiyê tên. Her roj ji derekî nuçeyên kuştina jinan tên. Em dibêjin êdî bese. Em êdî naxwazin li rastî tûndûtûjiyê werin."

"Em bi hêrsin, ji ber ku her roj nuçeyên kûştina jinan tên; em gelekî bi hêrsin. Wekî hûn dizanin dewletê xwest ku li ser îstîsmara zarokan qanunekî derbixe; lê ji ber karvedanan ev qanûn paşde vekişandin. Ev jî giringiya çalakiyên nerazîbûnê careke din nîşanî me dide."

Hin jinên kurd ku beşdarî di çalakiyê de kirine, di çalakiyê de bi xwesteka aşitiyê hestên xwe anîn ziman. 

"Ez naxwazim dayik bimirin. Ez slavên xwe ji bo mehkumên di zindanê de dişînim. Ez aşitiyê dixwazim. Serkeftin ji were."

Çalakî, di gel dîmenên rengîn bê alozî bi dawî bû.