Barzanî ligel Cihnişîn û Wezîrê Derve yên Îmaratî dicive

Di dirêjehiya Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo welatê Îmarata Erebî, li bajarê Ebû Zebî ji aliyê Cihnişînê Îmarat û Cîgirê Fermandarê Bilind yê Çekdarên Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nihiyan ve hat pêşwazîkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dirêjehiya Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo welatê Îmarata Erebî, li bajarê Ebû Zebî ji aliyê Cihnişînê Îmarat û Cîgirê Fermandarê Bilind yê Çekdarên Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nihiyan ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke dostane de, Cihnişînê Îmaratê bi germî xêrhatina Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe bo serkeftinên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê di şerê li dijî teroristan derbirî û pîrozbahiya wan serkeftinan li Serok Barzanî kir.

Her di wê hevdîtinê de amaje bi rewşa meydanî ya eniyên şerê teroristên DAIŞê hate kirin û Serok Barzanî behsa operesyona rizgarkirina Mûsilê û pêngavên plana leşkerî û rewşa mirovî û koçberan kir.

Herwiha Serok Barzanî spasiya Heyva Sor ya Îmarata Erebî kir, ku di dema du salên borî de alîkarî pêşkêşî koçberên şerê terorê li Iraqê kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Cihnişînê Îmaratê spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir, ku mêvandariya bi sedan hezar koçber kirine.

Di beşeke din ya hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya navçeyê û dawî guhartinên siyasî gotûbêj kirin.

Di heman rojê de û li bajarê Ebû Zebî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx EbdulahBin Zayid Al Nihiyan re civiya.

Di wî civînê de behsa rewşa Rojhilata Navîn û Iraqê dawî guhartinên siyasî kirin. Herwiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî jî tewereke hevdîtinê bû.