Şanda PDKê serdana mala Tirkmenan kir

Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û bi Emîndarê Giştî yê wê partiyê re civiya, serdana aliyên Tirkmenan kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û bi Emîndarê Giştî yê wê partiyê re civiya, serdana aliyên Tirkmenan kir.

Şandeke PDKê ku biryar eserdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike û rewşa Herêma Kurdistanê û peydakirina çareseriya pirsgirêkên siyasî bike.

Peymanêrê K24ê Aras Ehmed li cihê civînê li “Mala Tirkmenan” li Hewlêrê zanyariyên zêdetir dide.

Pêr jêderekî pilebind ji PDKê ji K24ê re ragihand, di çarçoveya destpêşxerî û peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de û bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, şandeke pilebilind ya PDKê dest bi gereke din ya danûstandinan bi tevahiya aliyên siyasî yên Başûrê dike.