Taxa Xezra ya Mûsilê hat kontrolkirin

Hêzên Iraqî taxeke din ya bajarê Mûdilê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin û pêşveçûn berdewam in.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Iraqî taxeke din ya bajarê Mûdilê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin û pêşveçûn berdewam in.

Fermandarê Firqeya Altonî ya hêza Dijeterorê ya artêşa Iraqê Fazil Berwarî ji peyamnêrê K24ê re ragihand, îro taxa Xezra ya Mûsilê ji çekdarên DAIŞê hate rizgarkirin.

Herwiha Berwarî got ku, rûbereke fereh li nava Mûsilê ji destê DAIŞê hatiye derxistin û pêşveçûn jî berdewam in.