Mihmed Hacî Kerîm: Hemû alî piştgiriya peyama Barzanî dikin

Niha rewş bo çareserkirina pirsgirêkan guncawe.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Sekreterê giştî yê partiya Sosyalîst a demokrat a Kurdistanê Mihmed Hacî Kerîm raghend ku hemû alî piştgiriya peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin, niha rewş bo çareserkirina pirsgirêkan guncaw.

Sekreterê giştî yê partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistaê Mihmed Hacî Kerîm aşkere kir ku, civîna wan li gel şanda bilind ya PDK derbarê dîtina mîkanîzmekê bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bû, da zanîn ku, îradeya hemû aliyan heye bo çareserkirina kirîzan.

Herwiha aşkere kir ku, ew di baweiyê de ye hemû aliyên siyasî pêkeve dikarin vê rewşê derbas bikin û qonaxeke başe ji bo çareserekirina pirsgirêkan.

Sekreterê partiya Sosyalîst a demokrat a kurdistanê amaje kir ku peyama barzanî ti hêcetek nehêlan ji bo aliyên siyasî yên Kurdistanê û hemû alî piştgiriya wê dikin.