Îranê serkirdekî DAIŞê kuşt

Wezareta Îtîlaeta Îranê ragihand, hêzên Îranê li ser sînorê serkirdeyekî DAIŞê kuştine, ku bi niyaz bû teqînekê li Tehranê encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Îtîlaeta Îranê ragihand, hêzên Îranê li ser sînorê serkirdeyekî DAIŞê kuştine, ku bi niyaz bû teqînekê li Tehranê encam bide.

Wezîrê Îtîlaeta Îranê Mehmûd Elawî ragihand, ew serkirdê DAIŞî bi navê Ebû Ayşe Kurdî bûye, li nêzîkî sînorê Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Li gor Elawî, ku wî kesî hewl daye biçe Tehranê û li di dema birêveçûna rêwresma Aşûre de teqînekê bike.

Wezîrê Îtîlaeta Îranê diyar kir ku, hêzên ewlehiyên yên Îranê rê nadin, DAIŞ asayişa Îranê têk bidin.