Turk:Bila Aştî were welatê min bila min li Taksîmê bidarve bikin

Turki:Tenê ji bo xwîn bê rawestandin û zarok nemirin, ez ji bo her tiştekê amade me.

K24-Navenda Nûçeyan

Şandeke parlamenterên CHPê berî çend rojan li girtîgehê serdana hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û hevşaredarê DBPê yê Mêrdînê yê ji kar hatî dûrxistin, Ehmed Tirk kirin.

Li gor daxuyaniyên şanda CHPê, Selahedîn Demîrtaş ji şanda CHPê re gotiye ku, berî were girtin bi 15 rojan dizanî wê were girtin.

Demîrtaş di vê derbarê de wiha got: "Min dikarî derbikevim derveyî welat, lê li cihê ku, ez li welatek biyanî bim ez li welatê xwe di girtîgehê de bim baştire."

Ehmed Tirk jî ji şanda CHP'ê ya li girtîgeha Silîvrî serdana wî kirîn re wiha got: "Tenê bila aştî were welatê min, eger dixwazin bila min li Taksîmê darve bikin, ez amademe vê yekê îmze bikim. Tenê ji bo xwîn bê rawestandin û zarok nemirin, ez ji bo her tiştekê amade me."