Li Colemêrgê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

3 leşker jî birîndar bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 3 leşker jî birîndar bûn. Li gor zanyariyan hejmarek zêde endamên PKKyê jî canê xwe ji dest dane.

Îro, danê sibê li bajarê Colemêrgê navçeya Çêlê Çiyayê Gûvenê navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de pevçûnek dijwar derket.

Di encamê de 3 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Herwiha li gor zanyariyan hejmarek zêde endamên PKKyê jî canê xwe ji dest dane.