Erdogan ji bo lîreya Tirkî bangewaziyê dike

Borsaya Stenbolê piştgirî da banga Serokomar.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê ji gel xwest ku hemû diravên biyanî bikin lîreyên Tirkî ku nirxê lîrayê hember dolar û Euro danekeve.

Lîraya Tirkî bi taybet piştî ragehandina rewşa awarte hember dolar û Euro di demek kurt de nirxek zêde winda kir. Bi îro re nirxê dolarek bû 3.58 lîrayên Tirkî û Euro jî bû 3.83 lîra.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ji gel û saziyên Tirkiyê xwest, pereyên xwe yên biyanî bikin pereyên Tirkî yan jî zêr bikirin da ku, nirxê  pereyên wan nekeve.

Borsaya Stenbolê piştgirî da banga Serokomar û da xuyakirin, hemû pereyên xwe yên biyanî kirine lîrayên Tirkî û hemû hebûnên xwe wek lîre de bankan de diparêzin.