Li Edeneyê 5 kes bi tohmeta endametiya PKK hatin girtin

Lêpirsîna binçavkiriyan li Rêvebergeha Ewlekariya Edeneyê berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyeyê bajarê Edeneyê 5 kes bi tohmeta endamê PKKyê ne hatin binçavkirin.

Îro danê sibe polîsên dijî terorê li bajarê Edeneyê operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin.

Di encamê de 5 kes bi tohmeta endamê PKKyê ne hatin binçavkirin. Lêpirsîna binçavkiriyan li Rêvebergeha Ewlekariya Edeneyê berdewam dike.