Mogherini: Bi ketina Heleb şer bidawî nabe

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini dibêje, bi ketina bajarê Helebê di bin destê rêjîmê de, şerê Sûriyê bidawî nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini dibêje, bi ketina bajarê Helebê di bin destê rêjîmê de, şerê Sûriyê bidawî nabe.

Di konferanseke rojnemevanî de bi beşdariya Nûnerê Taybet yê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura li Romayê, Mogherini got: “Ketina deverên opozîsyonê di bin destê hêzên rêjîma Sûriyê de, nayê wê wateyê ku şerê Sûriyê dê bidawî bibe.

Ji aliyê xwe ve De Mistura jî got: “Bi şerê DAIŞê  tenê Sûriyê çareser nabe û pêwist e çareseriyeke siyasî ya giştî were pêkanîn.

Ji bêhtirî ji hefteyekê ve, rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê gelek tax li rojhilata Helebê control kirine û hejmareke mezin ji kuştî, birîndar bûne. herwiha hejmareke mezin ji welatiyan koçber bûne.

Herwiha hejmarek ji welatên endam di Komela Giştî ya ser bi NY ve, daxwaza lidarxistina civîneke fermî derbarê rewşa dawî ya Sûriyê kirin. Nûnerên wan welatan ragihandin, ku niha Kanada pirojebiryarekê derbarê rawestandina şer û rakirina dorpêçê ji ser Helebê amade dike.