Koçber di bin gefa serma û lehiyan de ne

Rewşa koçberên kampa Mebrûka li Rojavayê Kurdistanê, bi hatina Zivistanê re xerabtir dibe, rêveberiya kampê vê yekê tekez dike û dibêjin ku, ti sazî alîkariya wan nakin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Rewşa koçberên kampa Mebrûka li Rojavayê Kurdistanê, bi hatina Zivistanê re xerabtir dibe, rêveberiya kampê vê yekê tekez dike û dibêjin ku, ti sazî alîkariya wan nakin.

Bi hatina demsala Zivistanê rewşa koçberên li Rojavayê Kurdistanê zehmetir dibe, nemaze digel tunebûna alavên germkirin û paqijiyê.

Kampa Mebrûka tenê koçberên demkî tê de dimînin, ew jî yên ji deverên di bin kontrola DAIŞê de ber bi deverên Rojavayê Kurdistanê ve hatine. koçberên vê kampê aşkere dikin ku, ew her gav di bin gefa sermê û lehiyan de dijîn, û rêveberiya kampê rê nade wan da ji kampê derkevin, yan jî herin li cem kesûkarên xwe bijîn.

Rêveberên Kampa Mebrûka ji aliyê xwe ve dibêjin ku, rewşa kampê ji aliyê xizmetguzarî û  peydabûna alavên pêwîst ve gelekî xirab e. Herwiha didin zanîn ku ew pêwendiyan digel hemû saziyên navdewletî re dikin, da ku alîkariya wan bikin, lê ta niha ti alîkariyên pêwîst ji bo wan nehatine bidestxistin, tevî ku bi awayekî rojane koçber têne kampê û bi kêmanî heftiyekê tê de dimînin.

Kampa Mebrûka di meha 12ê sala 2015an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, piştî destpêka operasyonên kontrolkirina bajarê Minbic û Reqayê bi sedan koçber berê xwe dane vê kampê, lê ji ber ku ta nuha ji aliyê netewên yekbûyî ve nehatiye xwespartin, gelek kêmasî di kampê de hene, ev yek dihêle jiyana koçberên wê xirab be nemaze digel hatina pêlên sermê re.