Barîna Berfê dê 3 rojên li herêma Serhedê bidome
K24 – Mûş
Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê dest pê kir. Li Mûşê duh nîvro barîna berfê dest pê kir û heta derengiya şevê berdewam kir. Li hin cihên bajêr û gundan qaliniya berfê gihîşt 10 c.m. Ji ber berfê bi şev pêlaya germahiyê kete bin sifirê.
Ji ber barîna berfê ajokarê wesayîtan di nava bajêr de bi hinek kêşeyan re rûbirû man. Wekî din pêleya rewşa hewayê jî ber bi demên êvar kî ve ket bin sifirê û berbangê mij û cemid li nava bajêr rû da. Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebiriya Bajêr ya Taybet ve hate dayîn de hat ragihandin ku, heta niha ti rêyên bajêr û gundan ji ber berfê nehatiye girtin, lê belê ji ber hemû ihtimalan wan bergiriyên xwe girtine.
Meteorolojiyê ragihand ku, barîna berfê wê heta 3 rojên din jî li herêma Serhedê bidome. Welatiyên ku li Muşê dijîn dan zanîn ku wan ji berê ve amedekariya berfê kirine û wê heta 6-7 mehan li Muşê berf li erdê bimîne.