Artêşa Sûriyê daxwaz ji welatiyên Helebê dike vegerin malên xwe

Artêşê tekez kir ku, bi sedan welatî vegeran e taxa Mesakin Henano.

K24-Navenda Nûçeyan

Tevî wêraniya ku, li taxên rojhelatê bajarê Helebê qewmî Artêşa Niştmanî ya Sûriyê daxwaz ji welatiyên Helebê dike ku, li deverên kontirolkirî vegerin.

Derbarê vê babetê Serkirdayetiya Giştî a Hêzên çekdar li Sûriyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatiyên sivîl yên ji taxên bakur û rojhelatê Helebê ji ber şerûpevçûnan reviyabûn vegerin malên xwe piştî kontirolkirina wan ji derverê re.

Ji aliyê xwe ve ajansa nûçeyan a fermî SANA ku, ser bi rejîma Sûriyê ve ye tekez kir ku, bi sedan malbat vegerane malên xwe li taxa Mesakin Henano, di heman demê de aliyên pêwendîdar li parêzgeha Helebê damûdezgehên geşûkuzariyê ji nûve ava dikin.

Herwiha Parêzgarê Helebê Hisên Diyab ji heman ajansê re ragehandibû ku, ew karûxebata xwe dikin daku, careke din jiyan li wan taxên terorîstan wêrenkirî vegerînin û aramiyê bicih bikin.