Navendeke ragihandina DAIŞê hate desteserkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Navendeke propanganda û ragihandina DAIŞê li eniya başûrê Mûsilê ji aliyê hêzên ewlehiyê hate desteserkirin.
Fermandariya Polîsa Iraqê li Mûsilê Ferîq Raid Şakir Cewdet got: “Polîsa Federal ew navend li derdora navçeya Hemam Elîl li eniya başûrê Mûsilê kontrol kir.”
Cewdet got jî, li wê navenda DAIŞê hejmarek kamîre, kelûpelên wênegirtin, film û belgename û balavokên DAIŞê hatin desteserkirin.
Roja 28 Mijdarê Hewalgiriya Leşkerî û Polîsa Federalî ragihandin, komgeheke propaganda û ragihandina DAIŞê desteser kirin, ku belgeyên girîng û hestiyar tê de hebûn.