Parlamenterê HDP:girtina wan binpêkirina vîna gel e
K24-Navenda Nûçeyan
Parlamenterê HDP yê zindankirî Ferhat Encu da xuyakirin, bi awayek neheqî hatine zîndankirin û bi girtina wan vîna gel hatiye binpêkirin.
Encu bi rêya malbata xwe ku çûbû serdanê, peyamek şand û da xuyakirin, rewşa tendirustî û derûniya wî beş e ji ber ku dengê gelê Şirnex û Cizîrê gihandine raya giştî hatine cezakirin.
Encu got ku, li hundir bin jî tu car ji nûnertiya gel paşde namînin û bang li gelê Şirnexê û kesên demokrat kir ku hember van kiryaran rawestin.