Polîsan avêtin ser du şaredariyên diyarbekirê

Polîsên Tirkiyê îro danê sibehê avêtin ser Şaredariyên navçeyên Peyas û Yenîşehîrê yên Diyarbekirê yên di destê DBPê de û hevşaredar binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

li Diyarbekirê îro danê sibê Hevşaredarên navçeyên navendî yê Yenîşehîrê Mehmed Selîm Kurbanoglû û yê Peyasê Mehmet Alî Aydin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Diyarbekirê ve hatin binçavkirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi teybetî jî li Diyarbekirê binçavkirina Hevşaredaran berdewam e. Hevşaredarê navçeya navendî ya Yenîşehîr a Diyarbekirê Mehmed Selîm Kurbanoglû û Hevşaredarê navçeya navendî ya Peyasê a Diyarbekirê Mehmet Alî Aydin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Hate zanîn ku piştî lêgerîna polîsan a li ser avahiyên şaredariyên Yenîşehîr û Kayapinarê hevşaredar hatin binçavkirin.

Di heman demê de Polîsan avêtin ser mala Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş jî. Baytaş ne mal bû. Hat ragihandin ku hevşaredarên binçavkirî li Rêveberiya Ewlekariya bajêrên.

Tê zanîn, Wezreta Navxwe ya Tirkiyê di nav 3 mehan de dest danî ne ser 36 Şaredariyên Partiya Herêman a DemokratîK (DBP) û LI şûna wan qeyûm bicih kirin.