Kiliçdaroglu :Tenê CHP dikare pirsa Kurdî çareser bike

Kiliçdaroglu got ku,raporên CHPyê yên hatine amedekirin dikare pirsa kurdî çareser bike.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Gel a Komarê(CHP)ê Kemal Kiliçdaroglu dibeje li Tirkiyeyê tenê yek partî heye ko dikare pirsa kurdî çareser bike. Ew jî CHP ye.

Kiliçdaroglu îro di çarçoveya serdana xwe ya ji bo bajarê Diyarbekirê pirsên rojnamevavan bersivand û da zanîn ku, ji bo çareserkirina pirsa kurdî wan heta niha gelek xebat û hewldan kirine.

Li Tirkiyê tenê partiya wan dikare pirsa kurdî çareser bike. Kiliçdaroglu soz da ko ger ew were li ser desthilatdariyê dê  nav 4 salan de pirsa kurdî çareser bike. Kiliçdaroglu got ku,raporên CHPyê yên hatine amedekirin dikare pirsa kurdî çareser bike.