Li Sêrtê 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dan

5 polîsên Tirkiyê jî birîndar bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Sêrtê pevçûn derket û 2 endamên PKKyê canê xwe ji dest dan 5 polîs birîndar bûn.

Li gor nûçeya Ajansa Doganê îro danê sibê li bajarê Sêrtê Taxa Barişê endamên PKKyê dema amedekarî ji bo êrîşkirina qerekola polîsan dikirin pevçûnek dijwar rû daye.

Di encamê de 2 endamên PKKyê canê xwe ji dest dane û 5 polîs jî  birîndar bûne. Derbarê bûyerê de lêpirsînek berfireh hate destpêkirin.