li Diyarbekirê 40 nexweşên"Nexweşiya Perperokê" hene

Nexweşîna bi navê "Epîdermolîsîs bulloza" ango bi navê xwe yê di nav civakê de tê naskirin "Nexweşiya Perperokê" ji milyonekî yek di nav mirovan de peyda dibe. Ev nexweşî, li ser laşê mirov birînan çê dike, çermê laşê mirov dihelîne. Tenê li Diyarbekirê 40 nexweşên ku tên zanîn hene. Ji ber ku mesrefa dermankirina nexweşînê zêde ye, malbatên nexweşan mexdûr dibin û alikariyê dixwazin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Nexweşîna bi navê "Epîdermolîsîs bulloza" ango bi navê xwe yê di nav civakê de tê naskirin "Nexweşiya Perperokê" ji milyonekî yek di nav mirovan de peyda dibe. Ev nexweşî, li ser laşê mirov birînan çê dike, çermê laşê mirov dihelîne. Tenê li Diyarbekirê 40 nexweşên ku tên zanîn hene. Ji ber ku mesrefa dermankirina nexweşînê zêde ye, malbatên nexweşan mexdûr dibin û alikariyê dixwazin.

Siltan û Şêxmûs xwişk û birayên û her du jî ji dayîkbûnê ve nexweşên  nexweşiya Perperokê ne. Li ser rû, dest, ling û laşê wan birîn çêdibin. Her du jî diçin dibistanê lê ji ber birînên xwe nikarin wekî hevalên xwe bigerin û bilîzin. Bavê Siltan û Şêxmûsî, Bozan Artîş ajokariya barhilgiran dike. Artîş dibêje derdê wî yê mezin ew e ku dermanê derdê zarokên xwe peyda bike. 

Bavê Siltan û Şêxmûsî Bozan Artîş ji K24ê re derbarê nexweşiya kurên xwe de axivî û got: "Yanî alikariyek hebûya, me bibira nexweşxaneyê dê baş bûya. Min ew birin Stenbolê,  li nexweşxaneyên Cerahpaşa û Çapayê jî me dermanê derdê wan peyda nekir. Bijîşk dibêjin ev nexweşîn wisa ye.

Dermankirina Nexweşîna Pelîstankê buha ye. Mehana mesrefa her nexweşekê/î 3 Hezar û 500 Lîre ango Hezar dolar e. Di hin malbatan de 3 nexweş hene. Komeleya Piştgiriya Nexweşên Perperokê, bi xebatên cur be cur alikariya nexweşan dike.  Nûnera komeleyê ya Diyarbekirê Şenay Çalişir jî 17 sal in bi dermankirina lawê xwe û nexweşên din ve ve mijûl dibe.

Nûnera Komeleya Piştgiriya Nexweşên Perperokê Şenay Çalişir jî dibêje: "Di nav malê de jî, ji derve jî li her cihî rîska wê wekî hev e. Li ser cihê runiştî gava ku bêyî hemdê xwe bişemite dibe birîn. Gedekî piçûk li wan bikeve dibe birîn. Yanî nexweşiyeke pir zehmet e; bi gotinan nayê îfadekirin."

Çaglar Tuncer jî koordînatorê projeya bi navê "Bibe Baskê Min" e. Tuncer dibêje, hin çalakiyên wekî pêşengeh, defîle û konser pêk tînin û ji bo alikariyê gelek kesên navdar tînin cem hev. Tuncer dibêje, hunermenda navdar Fulden Uras dê li Diyarbekirê ji bo piştgiriya nexweşan konserekê bide.

Herwiha Tuncer got jî: "Ji bo ku em balê bikişînin ser vê nexweşînê û dayîk û bavan agahdar bikin, em bajar bi bajar digerin. Gelek malbat hene ku nizanin ev nexweşîn çi ye, çawa tê dermankirin. Em bi xebatên xwe malbat û civakê agahdar dikin; da ku xwedî li van nexweşan derkevin."

Li gorî zanyariyên bijîşkan, ev nexweşîn genetîk e. Nexweş ne bi vê nexweşînê, lê belê ji ber mîkroban carinan jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku dermanên vê nexweşînê buha ne, bi raporên ku ji fakulteyan tên stendin, derman tên peydakirin. Bijîşk amaje dikin ku ev nexweşîn derbasî kesên derdorê nabe. Lê nexweş naxwazin civak ji ber birînên wan bi nêrîneke din li wan binêre.

Bijîşk Dr. Bîlal Sula li ser çareseriya vê nexweşiyê got: "Mixabin dermanê vî derdî nîn e. Tenê ji ber birînên wan zû bicebirin û mîkrop negirin, em derman dikin.  Ji bilî vê jixwe em nikarin tiştekî din bikin. Lê hinek xebat di vê derbarê de hene. "