Peyas û Yenîşehîr: Qeyum hatin erkdarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bo şaredariyên navçeyên Peyas û Yenîşehîr yên Diyarbekirê Qeyum hatin erkdarkirin.
Parêzgariya Diyarbekirê, piştî biryara zîndankirina Hevşaredarên navçeyên Peyas û Yenîşehîrê, bo her du şaredariyan qeyum erkdar kirin.
Beriya du rojan Hevşaredarê Peyasê Mihemed Elî Aydin û Hevşaredarê Yenîşehîrê Mihemed Selîm Qurbanoglu hatibûn binçavkirin û duh jî hatibûn girtin.
Hikûmeta Tirkiyê heta niha ji 106 şaredariyên DBPê dest danîne ser 36an û xebatên 15 şaredariyan jî giradayî destûra qeymeqam in.