Hikûmeta Herêmê helwesta xwe ji bûdceyê aşkere dike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ewê ji bûdceya 2017an ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye, kêmtir e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe petrola xwe bifiroşe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ewê ji bûdceya 2017an ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye, kêmtir e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe petrola xwe bifiroşe.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sevîn Dizeyî di konferansa Rûbirûbûna Gendeliyê de ragihand, Bexda serkeftî bû di perçekirina fraksiyonên Kurd de. Dizeyî nîgeraniya hikûmeta Herêmê jî nîşan da û got: “Berê mi di daxuyaniyekê de helwesta xwe derbirî û Encûmena Wezîran di civîna bê de biryara dawî dide.”

Her di vê derbarê de Dizeyî got ku, ti gerantiyek tune ye, heger tevahiya petrola Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê bikin, hikûmeta federalî ya Iraqê pabend bibe. Bo wê yekê jî Dizeyî amaje bi salên borî kir.

Parlementoya Iraqî duh projeyasaya bûdceyê pesend kir, ku li hember şandina rojane 300 hezar bermîl petrol petrola Kerkûkê û 250 hezar bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê bo kompaniya SOMO, Bexda ji sedî 17 ji bûdceyê dişîne Herêma Kurdistanê, bi mercê ku beşê yekemîn ji wê bûdceyê bo dana mûçeyên fermanberan û tûra civakî bê terxankirin.

Derbarê mûçeyên Pêşmerge, Dizeyî got ku, di çarçoveya beşê hêzên bijayî ya artêşa Iraqê de dabîn dibe û bo vê mebestê jî amaje bi hevahengiya di navbera Fermandariya Hêza Çekdarên Iraqê û Wezareta Pêşmerge kir.

Dizeyî amaje kir, bo pesendkirina yasayên ku girêdayî Herêma Kurdistanê Bexdayê şêwir bi hikûmet Herêma Kurdistanê nekir, niha jî her bi wê awayî danûstandinê bi Herêma Kurdistanê re dike.

Berî ku projeyasaya bûdceya Iraqê bê pesendkirin û di qonaxa guftûgoyê de, hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihnd, planeke siyasî ya metirsîdar li dijî Herêma Kurdistanê heye û rexne li parlementerên Kurd jî girt, ku dengdana yasayê dikin.

Li gor hikûmeta Herêma Kurdistanê, heger bixwe petrolê bifiroşe, dahatiyên wê zêdetir dibin, ji pereyên ku petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê radestî Bexdayê bike.

Dahatiya Iraqê bo sala 2017an tê texmînkirin bi zêdetirî ji 79 tirilyon Dînar e, ku rojane 3.75 milyon bermîl petrol bi nirxê 42 Dolaran ji her berîmlekî re bifiroşe.