29 kes bi tometa KCKê bo dadgehê hatin birin

Li bajarê Antalya ya Tirkiyê 29 kes bi tometa endamtiya KCKê bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Antalya ya Tirkiyê 29 kes bi tometa endamtiya KCKê bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin birin.

29 kesên ku beriya çend rojan bi tometa bangeşiya PKK û endamtiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li Antalyayê hatibûn binçavkirin, îro derketin pêşberî dadgehê.

Hat ragihandin, di lêpirsîn û lêgerînan de gelek dokumentên teryasayî û teqamenî hatine desteserkirin.

Bergûman piştî kontrola pizîşkî û di demjimêrên nîvroyê de bo dadgehê hatin birin.