ENKS: li hemû bajarên Rojava xwepêşandan têne lidarxistin

Di roja cîhanî ya mafên mirovan de.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Fesla Yûsif taybet bo K24ê ragehand ku, bi armanca roja cîhanî ya mafên mirovan dê li roja 10ê vê mehê de li seranserî bajarên Rojavayê Kurdisatê dê xwepêşandan wwerin li darxistin.

Fesla da zanîn ku, bi rêya wan xwepêşandan û çalakiyan ewê dengê xwe bigînin cîhanê daku, girtiyên siyasî li zindanên PYDê werin berdan.

Tê zanîn ku, hejmarek serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatine girtin û rewşa tendirûstiya hin ji wan xirabe.