Ok: Tirkiye nikare bikeve Minbicê

Endamê Konseya Rêveber a (KCK) Sabrî Ok dibêje, Tirkiye nikare bikeve Minbicê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a (KCK) Sabrî Ok dibêje, Tirkiye nikare bikeve Minbicê.

Sabrî Ok beşdarî televîzyoneka nêzikî PKKê bû û ragihand, girtina Tirkiyê bo Minbicê xeyal e û Tirkiye bi ti awayî nikare bikeve Minbicê. Arteşa Tirkiyê ger bikeve Minbicê dê derbeyek mezin bixwe û xelkê Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmenên wê deverê li dijî Tirkyê berxwe bidin.

herwiha Ok bang li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir ku, li hemberî zextên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê helwest bigire.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan berî demekê ragihand, hêzên Mertala Feratê bajarokê Bab ji aliyê rojava ve dorpêç kiriye û berê xwe didin Minbicê. Erdogan dibêje, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef e li ser Tirkiyê û divê ji Minbicê bi tevahî derkeve.