500 hezar kes li Bakurê Kurdistanê bi naçarî cihê xwe hêştine

10ê Berçele roja Mafê Mirovan e û ev roj li her deverê tê pîrozkirin. Lê belê li gorî raportên Veqfa Komeleya Mafê Mirovan ya Tirkiyê û Komeleya Mafê Mirovan, di serî de li Tirkiyê herî zêde di salên 2015 -2016an de mafê mirovan hatiye binpêkirin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

10ê Berçele roja Mafê Mirovan e û ev roj li her deverê tê pîrozkirin. Lê belê li gorî raportên Veqfa Komeleya Mafê Mirovan ya Tirkiyê û Komeleya Mafê Mirovan, di serî de li Tirkiyê herî zêde di salên 2015 -2016an de mafê mirovan hatiye binpêkirin.

Li Gorî raporta Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di destpêka sala 2015an de heta îro 2 hezar û 756 mirovên sivîl ji ber şer û pevçûnan, li ser sînoran, di kargehan de ji ber bê ewlehiyê, di girtîgehan de bi îşkenceyan û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rasterast hatine gulebarankirin û canê xwe ji dest dane.

Ligel vê yekê ji ber şerê ku destpêka sala 2016an de di navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de berdewam e, heta niha 406 leşker, polîs û cerdevan, 605 gerîla û 27 jî sivîl bi giştî hezar û 40 kesan canê xwe ji dest daye.

Komeleyên mafê mirovan ji bo ku balê bikşînin ser vê yekê li Enqera Paytexta Tirkiyê bi ser navê "Em li hemberî Rewşa Awarte, Tundî û Şer in" daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan diyar kir ku 69 sal in roja mafê mirovan tê pîrozkirin lê belê ew di heyameke wisa de ne ku binpêkirina mafê mirovan gihîştiye asta herî jorîn, ji ber wê yekê pîrozkirin li aliyekî ew şerm dikin ku behsa vê rojê jî bikin.

Turkdogan ji K24ê re axivî û got: "Gelek rêxistinên navdewletî jî hatin Tirkiyê lêkolînên xwe kirin û ragihandin ku li Tirkiyê mafê mirovan yê jiyanê bi her awayî tê binpêkirin. Pêwîst e êdî hemû sazî û rêxistinên navdewletî dengê xwe bilind bikin, ji ber ku li Tirkiyê rewş her roj xiraptir dibe."

Ligel vê yekê li gorî raporta Veqfa Mafê Mirovan, binpêkirina mafê mirovan herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê di heyama qedexeya derketina kolanan de hatiye jiyandin. Li gorî daneyên raportê di serî de li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnax û Colemêrgê, bi giştî li 9 bajar û 35 navçeyên Bakurê Kurdistanê 111 caran bê navber û qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin û mafê milyonek 671 hezar kesî yê jiyan û tenduristiyê hatiye binpêkirin.

Rêveberê Veqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyê Sezayî Berber got: "500 hezar kes li Bakurê Kurdistanê bi darê zorê û naçarî ji cih û warê xwe terikandin û niha bê cih û mal jiyana xwe berdewam dikin. Kes nikara êdî şîna miriyên xwe jî bigire. Rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin."

Rayedarên komeleyên mafê mirovan amaje pê dikin ku, Tirkiyê jî hemû xalên Belgenameya Mafê Mirovan ya ku piştî şerê cîhanê yê 2emîn ji aliyê dewletên cîhanê ve hatiye ragihandin qebûl kiriye, lê Tirkiye li gorî rêgezan tevnagere û pêwîst e di qada navneteweyî de ji ber sûcên mirovahiyê bê darizandin.