DAIŞ careke din derbasî Tedmûrê bû

Di Adara borî de ji aliyê Artêşa sûriyê hatibû kontirolkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê piştî 8 mehan derxistina wê ji bajarê Tedmûrê yê dîrokî karî careke din ji aliyê bakurê rojava ve derbasî wê navçeyê bibe.

Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ku, navenda wê li Brîtanyayê ye di daxuyaniyekê de ragehand ku, çekdarên DAIŞê piştî şerekê ligel Artêşa Sûriyê karî ji aliyê bakurê rojava derbasî bajarê Tedmûrê yê dîrokî bibe.

Bajarê Tedmûrê bajarekî dîrokî ye, di Gulana 2015ê de ji aliyê DAIŞê ve hate kontirolkirin, piştî wê Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê karî di Adara borî de ji bin destê DAIŞê bistînin, lê gelek cihê wê yên dîrokî wêranbûbûn.