Nêçîrvan Barzanî:Kurdistan landika pêkvejiyana ol û netewan e

kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Hewlêrê konfransa "Lêborîn û Pêkvejiyanê" bi amadebûna Serokê Hikumeta Herêma Kurdisatnê Nêçîrvan Barzanî destpêkir, tê de Barzanî gotarek pêşkêşkir û da zanîn ku, Kurdistan landika pêkvejiyana ayînî û netewa ye .

Îro li bajarê Hewlêrê konfiransa"Lêborîn û Pêkvejiyanê" bi amadebûna Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rê ve çû.Di konfiransê de Barzanî gotarek pêşkêşkir.

Di destpêka gotara xwe de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, Kurdistan landika pêkvejiyana ayînî û netewane , herwiha amaje bi wê yekê kir ku, lêborîn û pêkvejiyana di nav hemû pêkhateyên de li Herêma Kurdistanê heye, diyar kir ku, pêwîste hemû kes giringiyê bi wê peyamê bidin û rê bi têkdana wê aştîtê û pêkvejiyê nedin.

Derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê Barzanî da zanîn ku, pêwîste rêkeftineke siyasî bo qonaxa piştî kontirolkirina Mûsilê hebe, tê de hemû aliyên siyasî û pêkehateyên çûda beşdariyê tê de bikin.Aşkere kir ku, qonaxa piştî DAIŞ ji kontirolkirina wê giringtire.

Herwiha Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amaje bi rola kesayetiyên olî û beşdarîkirina wan di parastina pêkvejiyan û aştiya de di navbera hemû pêkheteyên olî û neteweyên cuda de kir, herwiha ber bi kulturê pêkvejiyan biçin.