Ji çixareyan koleksiyonek çê kir

Çixareyan kom dike.
kurdistan24.net

K24-Êlih

Li Êlihê welatiyê bi navê Mehmet Koşar, ji cixareyên ku li welatên Ewropa û Rojhilata Navîn têne firotin ev 10 sal in 280ê pakêt berhev kiriye û ji wan çixareyan koleksiyonek çêkirye.

Li Elihê welatiyê ku qet cixarê nakşîne ev 10 sal e pakêtên çixareyên cûr bi cûr berhev dike û heta niha 280ê pakêtên cixareyan berhev kiriye. Koşar diyar dike ku ji hemû dewletên Ewropayê cûreyên çixareyan di koleksiyona wî de cih digire û ji 30 -40 salî bigire heta 150 salan jî çixareyên ku ew bi dest xistiye niha di koleksiyonê de cih digire. Welatiyê bi navê Mehmet Koşar niha ji wan cixareyên ku berhev kiriye li mala xwe koleksiyonek saz kiriye û dibêje eger derfetên wî çêbibin ew ê wan cixareyan bifiroşe kesên ku karê kolaksiyona cixareyan dikin.

Xwediyê Koleksiyona Cixareyan Mehmet Koşar wiha got:"Min ev tişt meraq kir û pişre jî 10 sal berê li Îzmîrê min dest bi berhevkrina cixareyan kir. Min sal û nîvekê li wêderê leşkerî kir û kesên tûrîst ku dihatin min ji wan ev cixare werdigirt. Hevalan jî ji me re rê dikirin. Ji Ewropa jî pismamê min ji min re dianîn. Ez çixarê nakşînim lê belê ez berhev dikim."

Welatiyê ku ev 10 sal in van çixareyan berhev dike ne tenê ji Tirkiye û welatên Ewropayê di heman demê de ji welatên Ereban jî hevalên wî pakêtên çixareyan jê re bi rê kirine.

Welatî Cafer Gezer wiha axif:"Mehmet cînarê min e. Ji xwe re van cixareyan wekî koleksiyonekê berhev dike. Ji Ewropayê jî jê re ew çixare têne rêkirin. Em jî meraq dikin û têne li cixareyan dinêrin. Me ev koleksiyon eciband. Gelek çixareyên cûr bi cûr hene."

Li gorî welatiyê ku ev koleksiyona çixareyan amade kiriye di deste wî cixareyên berî niha bi 100 û 150î salan heye. Gelek kesên bi temen ku têne darî koleksiyonê wan çixareyên xwe yên di serdema çiwaniya xwe de dibinin.