Li Tirkiyê û Bakur di 3ê rojan de 568 kes hatin girtin

Bi hiceta endametiya PKK û KCK.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê aşkera kir, di nav sê rojên dawî de li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê 568 kes bi tometa endamtiya PKK hatin binçavkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, piştî teqîna Stenbolê, ser bi gelek ofîs û avahiyên HDP ve girtibûn gelek kes girtibûn binçavan.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê îro bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir, bi tometa endamtiya KCK li 28 bajaran 568 kes hatine binçavkirin.

Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê duh dabû xuyakirin, bi bûyerê re girêdayî 16 kes hatine binçavkirin. Ayan Bîlgen Peyvdarê HDP jî da xuyakirin, piraniya kesên hatine binçavkirin rêveber û endamên partiya wan in.