Berfê rêyên Bakurê Kurdistanê girtiye

Ji ber berf û bahozê li Bakurê Kurdistanê, rêyên bajar, navçe û gundan hatine girtin, dibîstan jî hatine betalkirin. Ji ber sermaya berfê kur ê hatine girtin, gihiştina xizmetê tendiristiyê asteng bûne.

K24 – Diyarbekir

Li Mûş, Çewlik, Elezîz, Meletî, Semsûr, Dersîm, Sivas, Erzîngan, Erzirum Colemerg, Agirî, Şirnex û hin navçeyên Diyarbekirê rêyên gund, navçe û vanbera bajaran jî xitimî ne û astengiya trafîqê rûdaye.

Ji aliyê Rêvebiriya Bejayî ya Tirkıyeyê ve hatiye ragihandin ku, li wan bajaran ji ber barîna berfê astengiyên tirafîkê hene û bila rêwî beriya derbikevin rê ji rewşê agahdar bin.

Ji aliyê din ve, li Pasûra navçeya Diyarbekirê û Sasona navçeya Batmanê jî îro dibîstan ji aliyê rêvebiriya perwerdihiyê ya wan navçeyan ve hatina betalkirin. Parêzgariya Diyarbekirê jî ragihand ku ger berf û baran bidome divê ku li bajêr giştî jî xizmeta perwerdehiyê bê rawestandin.