Li Bakur Roja Alaya Kurdistanê hat pîroz kirin

Roja Alaya Kurdistanê wekî gelek deveran li Bakurê Kurdistanê jî hat pîrozkirin. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li 5 bajarên Bakur û 2 bajarên Tirkiyeyê bi rêzeçalakiyan ev roj pîroz kir. Siyasetmedar û hunermendan jî ragihandin ku, xwedîderketin û pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê, tê wateya piştgiriya meşa serxwebûna Kurdistanê.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Roja Alaya Kurdistanê wekî gelek deveran li Bakurê Kurdistanê jî hat pîrozkirin. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li 5 bajarên Bakur û 2 bajarên Tirkiyeyê bi rêzeçalakiyan ev roj pîroz kir. Siyasetmedar û hunermendan jî ragihandin ku, xwedîderketin û pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê, tê wateya piştgiriya meşa serxwebûna Kurdistanê.

Serokê Giştî yê PAK'ê Mustefa Ozçelîk amaje kir ku, divê li Bakurê Kurdistanê li şûna şer çareseriyeke sîyasî peyda bibe. Ozçelîk ji K24ê re got: "Îro piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê rê ji hemû perçeyên Kurdistanê re; rê ji hemû Kurdên cîhanê re veke. Ji ber wê yekê ew ala ku li nav Neteweyên Yekgirtî li ba bibe dê ji bo hemû Kurd û Kurdistaniyan alake pîroz be."

Roja Alaya Kurdistanê bi serpereştiya PAK'ê wekî li Diyarbekirê; li Mûş, Êlih, Wan, Mêrdînê, Stenbol û Îzmîrê jî hat pîrozkirin. Di çalakiyan de hat daxuyandin ku, divê di nav Kurdan de li ser nirx û prensîbên netewî û Kurdistanî îtîfaqeq bê kirin.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK'ê Mesut Tek jî amaje kir ku, pêwîst e hemû partî û rêxistinên Kurdan rêzê li nirxên Kurdistanî bigre. Tek got: “Ala, alaya hemû miletî ye. Alaya axa, beg û şêxan û hemû Kurdan e. Ez ji PKK’ê dixwazim ku gelek caran dibêje ‘em rêzê li alaya Tirkan digirin, rêzê li alaya Sûrî digirin, rêzê li alaya Îran û Iraqê digirin’. Bila rêzê li Alaya Kurdistanê jî bigirin.”

Di çalakiyên Roja Alaya Kurdistanê de piştgirî ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat ragihandin û hat gotin ku pirsgirêkên navxweyî yên siyasî, pêvajoya serxwebûna Kurdistanê paşve dihêle. Lîstikvanê bi nav û deng Osman Xunav jî dibêje ez evîndarekî Kurd û Kurdistanê me. Xunav gelek caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û li ber wêneyên pêşengên Kurdan wiha dibêje:

Xunav got: “Ji bo vê alayê, xelk jiyana xwe ji dest dide. Ji bo wê gel qir dibin, talan dibin. Helebçeyê bifikirin û li alayê xwedî derkevin. Bi bîr û bawerî Roboskî bifirkin û li alayê xwedî derkevin.

Rayedarên partiyên Kurdistanî amaje dikin ku divê li Rojavayê Kurdistanê jî li ser mutabaqata Duhok û Hewlêrê rêveberiyeke hevbêş were sazkirin. Dîsa hat gotin ku divê li Rojhilatê Kurdistanê jî neviyên Pêşewa Qazî Mihemed, bi tifaq û yekgirtina neteweyî alaya Kurdistanê hildin.