Li Tirkiyê 2 milyon û nîv penaberên tomarkirî dijîn
K24 – Enqere
Di Roja Koçberên Navneteweyî de sala raborî li Enqerê û bajarên din çalakiyên cûrbicûr li dar ketin. Lê îsal ji ber bûyerên siyasî ên li Tirkiyê penaber nehatin bîra ti dam û dezgehan.
Şert û mercên herî dijwar ên jiyanê, bêxwedî û bêkêsîbûn dîsa para penaberan ket, li her welatê ku niha lê dijîn. Ji aliyê Rêxistina Koçberên Navneteweyî (IOM)ê ve 18ê Berçeleyê wek Roja Koçberên Navneteweyî hate ragihandin. Lê dîsa jî koçber di vê meha herî giran ya zivistanê de sala nû li derve dibin konan de, car caran birçî car caran jî tazî pêşwazî dikin.
Li gorî raporta Îdareya Koçê ya Wezareta Navxweyî li Tirkiyê 2 milyon û 255 hezar û 299 penaberên tomarkirî dijîn. Ji wan penaberan bi tenê 279 hezar û 574 kes li kampan dijîn. Lê ên mayî li hemû bajarên Tirkiyê belav bûne. Berewajî raporta Îdareya Koçê ya Wezareta Navxweyî, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li Tirkiyê 2 milyon û 715 hezar koçber dijîn. Li gorî pisporan ji aliyê welatên navdewletî ve kêşeyên bingehîn ên penaberan bi zanebûn nayên çareserkirin, ji ber ku ew van kêşeyan li hemberî hev wek amûrekê bikartînin.
Pispora Koçberan û ya Sûriyê Hamîde Yigît dibêje: “Ez bawer nakim ku kêşeya penaberan çareser bibe. Kêşeyên li ser penaber ji xwe ji ber wan polîtîkayên çewt ên Tirkiyê pêk tên. Koçeberên ku ji welatên xwe koç kirine bi taybetî jî ên ku hatine Tirkiye dilê yekî li ser wan diêşe. Divê jiyana koçberan di polîtîkayên kirêt ên navneteweyî de nebin wek amûrekê."
Li gorî raporta Îdareya Koçê ya Wezareta Navxweyî ji bilî wê jimareya tomarkirî li Tirkiyê bi giştî 2 milyon û nîv penaber dijîn. Piştî şêrê li nava Halebê ev jimare dibe ku hÎn zêdetir bibe. Ji 2 milyon û nîv penaberî 400 hezar jê niha li Rihayê dijîn. Serjimara Rihayê ya ku milyonek û 800 hezar hatibû destnîşankirin niha bûye 2 milyon û 200 hezar.
Piştî Rihayê; Stenbol, Dîlok, Xetay, Edene û Mêrsîn li dû hev tên. Enqerê bajarê 13emîne ku herî zê koçber lê dijîn. Bi boneya roja koçberan li Enqerê me jî berê xwe da taxên koçberan û em li rastî koçberekî Halebî hatin.
Penaberê Sûriyeyî Muhammed Qalacî got: "Du sal berê ez ji Sûriyê hatim. Li bajarê Halebê dijiyam. Em ji ber şer reviyan û hatin Tirkiyê. Ez tû karî nakim ji bilî vê dikana biçûk. Debar zehmet e li vê dere. Ger Esad biçe ez dixwazim vegerim welatê xwe."
Li gorî raporta Neteweyên Yekbûyî ya Sermaweza 2016an 813 hezar û 599 penaberên Sûriyeyî li welatên Ewropyê dijîn. Li gorî raporta UNICEFê jî milyonek û 420 hezar zarok li Tirkiyê dijîn. Di ser milyonekê re jî jinên koçber hene ku li Tirkiyê dijîn. Di raporta Îdareya Koçberiyê de hatiye destnîşankirin ku bi tenê heta meha adara 2016an Tirkiyê 8 milyar dolar li koçberan xerc kiriye. Lê ev pere ji bo başkirina jiyana koçberan biqasî serê misqalekê ye.