Demsala nû ya werzişa kaşokê li Pilûmirê dest pê kir
K24 – Dêrsim
Li Bakurê Kurdistanê, li gel aso û zehmetiyên ku barîna berfê peyda dike, li Pilûmira navçeya Dersîmê berfa ku bariyaye wek derfet tê bikaranîn. Werzişa kaşoka ser berfê ku 2 sal in li vê navçeyê tê kirin, him şêniyên wê navçeyê, him jî ji bo welatiyên ku li derdor dimînin dibe ciyê şahî û geştê. Werzişvan jî dibêjin di ciyê ku wexta xwe bi tiştên beredayî re derbas bikin, bi werzişkirinê derbas dikin.
Ev dîmen ji Pilûmira navçeya Dersîmê ne, tesîsên werzişên ku li ser berfê tên kirin; kaşok û raftîngê, ji bo demsala nû tê vekirin. Di vekirina demsala nû ya tesîsê de rêvebirên werzişî yên bajêr û şaredariyê jî amade bûn. Tesîsa kaşokê ya Pilûmirê 2 sal e ku hatiye vekirin û rêvebran di axaftinê xwe de behsa zehmetiyên ku di vekirina wê tesîsêde dîtine bilêv kirin.
Rêvebirê saziya Werzişî yê Pilûmirê Wedat Kekomehmetoglû ji bo K24 ragihand ku Dersîm bi xwezaya xwe, xwedî teybendiyên cuda ye û tesîsa kaşokê jî pêngavek girîng e ji sûdgirtina wê xwezayê pênas e.
Kekomehmetoglû got jî: "Ev projey di 2008-an de hatibû çêkirin, lê heta 2015-an hat talogkirin, ev 2 sal in, li qezayeke ku 3 hezar û 500 kes lê dijîn destkeftineke baş e. Zarokên me tên li vir perwerde dibin, bi werzişê wext derbas dikin, ger ev tesîs nebuya zarok dê li kafeteryaya wekta xwe berdayi derbas bikirina."
Li gel ku şeniyên Pilûrê tên him werziş dikin him jî zarokên xwe perwerde dikin, ji bajêr û navçeyên derdor jî yên meraqa kaşokê dikin dawiya heftê de dema xwe li vê tesîsê derbas dikin.
Zarok jî him ji vekirina tesîsê, him jî ji werzişa kaşokê kêfxweşiya tînin ziman. Werzişvana kaşokê Dilara Çolak jî dibêje: "Ez ji werzişê hez dikim, xwezaya me guncav e, mamosteyên me baş in û ez dixwazim xebatên xwe yên werzişî bidomînim. Heta niha serkeftinên min hene, ez dixwazim di vê beşê de bikevim nav tîma neteweyî."
Werzişvanê Kaşokê Zeynelabîdîn Çiçan ji got: "Berê li dibîstanê min werzişa atletîzmê dikir, rojekî memosteyê me xwest ez werzişa kaşokê bikim û ez niha jî ji bo xwe pêşxistinê dixebitim."
Rêvebiran ragiand ku him kêmasiyên tesîsê mane, lê ew hewldidin bi piştgiriya karsaz û dolsozên Dersîmê wan jî têkûz bikin.