Li Serhedê barîna berfê jiyan da rawestandin

Li herêma Serheda Bakurê Kurdistanê barîna berfê bandora xwe zêde kir û ji ber wê yekê jî gelek rêyên gund û navçeyan ji ber berfa zêde asê man, perwerdehî hate rawestandin. Li gorî pêşbiniyên hewayê ya meteorolojiyê, wê di pênc rojên pêşiya me de jî barîna berfê û bandora sermaya zêde, li herêma Serhedê dom bike.
kurdistan24.net

K24 – Mûş

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê barîna berfê û sermaya hişk bandora xwe zêde kir û ji ber wê yekê jî rê hatin girtin, li hîn bajaran saziya fermî betlane bûn, perwerdehî jî rawestiya. Ser bi bajarê Mûşê li gelek rêyên gundan tîmên rêvekirinê hewldan ku wan rêyan vekin û tîmên bihawerderçûnê jî li wîr amade bûn.

Barîna berfê li navenda Mûşê jî bû sedema hin rûdanên neyînî. Li saheya fûtbolê ya dibistanek seretayî, komek xwendekar dema ku bi gogê dilîstin, serbanê saheyê hilweşiya û 3 kes di bin cihên rûxiyayî de asê man. Welatiyên ku ji derdora saheyê gihiştin hewara wan lîstîkvanan, bi hewldanek mezin wan ji bin serbana ku hilweşiyabû derxistin, lê ji ew sê kesan yek jê tevî hemû mûdexeleyan jî canê xwe ji dest da.

Ji ber barîna berfê heta niha li Mûşê rêyên 368 gund û 250 gundên biçûk hatine girtin. Rêveberiya Taybet ya Bajarê a Mûşê bi 70 karmend û bi 40 wesayîtên kar û xebatên rêvekirinê didomînin û timên tenduristiyê û AFADê jî lo gorî bernameya kar