Qeyûm ji Şaredariya Akdenîza Mêrsînê re hat danîn

Bo Şaredariya Paritya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Akdenîza Mêrsînê qeyûm hat erkdarkirin.

K24 – Navneda Nûçeyan

Bo Şaredariya Paritya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Akdenîza Mêrsînê qeyûm hat erkdarkirin.

Wezareta Navxweyî Tirkiye, Qeymeqamê navçeya Akdenîz ya Mêrsînê bo şaredariya DBP erkdar kir. Qeymeqam Hamdî Bîlge Aktaş îro derbasê avahiya şaredarî bû û fermana erkdarkirina qeyûmê pêşkeş kir. Hat ragehandin sibe wê dest bi kar bike.

Beriya çend rojan operasyon li ser şaredariyê hatibû kirin û Hevşaredar Yuksel Mutlu hatibû binçavkirin û derbarê hevşaredar Fazil Turk de jî biryara binçavkirinê hatibû derxistin.

DBP di hilbijartinên şaredariyê de, li bajarên Rojavayê Tirkiyê jî di hin navçeyan de biser ketibû, ku yek ji wan jî navçeya Akdenîz ya bajarê Mêrsînê bû.