Tevkûjiya Meraşê: 105 Elewî hatibûne kuştin

Li Tirkiyê li dijî Elewiyan gelek tevkûjî pêk hatin. Tevkûjiya Meraşê yek ji wan e. Di sersala tevkûjiyê de şahidên bûyerê û komeleyên Elewiyan tevkûjî ji bîr nekirin û kesên canê xwe ji dest dane bibîr anîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê li dijî Elewiyan gelek tevkûjî pêk hatin. Tevkûjiya Meraşê yek ji wan e. Di sersala tevkûjiyê de şahidên bûyerê û komeleyên Elewiyan tevkûjî ji bîr nekirin û kesên canê xwe ji dest dane bibîr anîn.

Di 19ê Berçeleya sala 1978an de li bajarê Mereşê li dijî taxên Elewiyan ji aliyê netewperest û oldaran ve bi hinceta ku "Ol ji dest diçe" û bi îdîaya ku Elewî li dijî mislimanan xwe bi rext û çek dikin, êrîşên berfireh pêk hatibûn. Di wan êrîşên ku 7 rojan berdewam kirin de li gorî daneyên fermî 105 Elewî hatibûne kuştin û 176 Elewî jî birindar bibûn. Di wan êrîşan de 200 avahî û bi sedan kargehên Elewiyan hatibûn talankirin, hilweşandin û şewitandin.

Piştî heft rojan pêşî li wan êrîşan hatibû girtin bi navberkariya wan hêzên asayîşê yên ku ji bajarên Dîlok û Qeyseriyê hatibûn şandin. Berewajî daneyên fermî, bi boçûna şahidên tevkûjiya Mereşê Sati û Halîfe Sûmbûl, di wan êrîşan de nêzîkî 500 Elewiyan canê xwe ji dest daye. Li gorî şahidan piraniya wan terman bi awayekî komdarî bo axê hatine sipartin, loma jî niha cihê wan goran ne diyar e.

Şahidê Tevkûjîa Mereşê Halîfe Sûmbûl bûyer bibîr anî û ji K24ê re axivî: "Cînara me ducanî bû. Pitika di zikê jinê de derxistin û bi mix bi dîwar vekirin. Bi ser navê mislimaniyê evqas tevkujî û kiryarên li dij mirovahiyê li me kirin. Bi sedan cenazeyên me winda ne. Hîna jî li hemberî me ev dijminahî berdewam dike."

Herwiha Sati Sûmbûl jî got: "Di wê tevkujiyê de bizmar di serê cînarê min de kutan û kuştin. Bi al û dirûşmên olî, girseyê êrîş dibirin ser malan. Ger leşker negihiştiban hewara me, dê em jî kuştibûna. Malên me şewitandin û destdirêjiya keç û bûkên me dikirin."

Ji ber rûdana ku li Mereşê pêk hatibû di serî de li bajarên Mereş, Stenbol, Enqere, Diyarbekir, Meletî, Riha, Sêwazê û bajarên ku piranî lê Elewî dijîn, bi giştî 13 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Rêveberiya Rewşa Awarte hatibû ragihandin.

Rêveberê Komeleya Pîr Sultanê Onur Şahîn jî got; îro dîsa Rewşa Awarte heye, di nava metirsiyê de ne ku tevkûjiyên wek Mereşê pêk bên. Şahîn ji K24ê re got: "Îro li derûdora gundên Elewiyan yên Mereşê penaberên Sûriyeyî hatine bicihkirin û ew penaber bi çavekî dijminahî li Elewiyan dinêrin. Li wê derê tu bergiriyên ewlehiyê tune ne û ev yek jî bingeha tevkûjiyên nû yên li dijî Elewiyan ava dike."

Ji sedî 80ê Elewiyên li Mereşê hem ji neçerî û hem jî bi darê zorê ji cih û malên xwe hatin vederkirin û koçî bajarên der û dorê kirin. Di encama wan êrîşan de di derbarê 804 kesan de doz hate vekirin. 29 kesan cezayê darvekirinê, 7 kesan jî cezayê heta hatayê û 321 kesan jî 24 sal ceza wergirt. Lê belê di sala 1991an de bi yaseya li dijî terorê, doz hate bi paşxistin û hemû sucdar hatin berdan.