Karayilan: Em her çalakiya TAK'ê nebaş nabînin

Endamê Komîteya Rêveber Ya PKKê Mûrat Karayilan di ragihand, ew çalakiyên TAKê yên ku li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tên kirin, şaş nabînin."

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber Ya PKKê Mûrat Karayilan di ragihand, ew çalakiyên TAKê yên ku li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tên kirin, şaş nabînin."

Endamê Komîteya Rêveber Ya PKKê Mûrat Karayilan di daxuyaniyekê de ji malpereke nêzîkî PKKê re li ser rêxistina Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) got: "Min berî çend salan ji bo şehîdekî ji tevgera çep a Tirkiyeyê çalakiya fedayî kiribû ev tişt gotibû: 'Mirovekî ji bo doza xwe canê xwe feda dike, ew mirov cihê rêzdariyê ye'. Dijminê te jî be, bi vî rengî ye. Û bêguman em ê xwedî li fedayiyên ciwan derkevin.”

Karayilan amaje bi hin çalakiyên TAKê kir û got: “Dibe ku rexneyên me hebin, ji xwe hene. Em gelek çalakiyên rêxistina TAK'ê rexne dikin. Me berê hin çalakiyên wan şermezar jî kir. Lê belê em her çalakiya TAK'ê nebaş nabînin.

Karayilan got jî: “Mesela ev çalakiyên vê dawiyê, çalakiyên di çarçoveya qanûnên şer de hatine kirin, e. Em çalakiyên li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tên kirin, şaş nabînin."