Partiyên Kurdistanî bersiva gotinên Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê dan

Li ser gotinên Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Bûrhan Kuzu ku li ser tora medyaya civakî belav kir, bertek û nerazîbûnên rêxistinên Kurdan çêbûn. Gotinên Bûrhan Kuzu ku li ser Şêx Saîd tometan bar kiribû, îro ji aliyê partî û hereketên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ve hat şermezarkirin û banga xwestina lêborînê ya van gotinan li Kûzû hat kirin.

K24 – Diyarbekir

Gotinên Bûrhan Kûzû yên Şêwirmendê Serokomariyê, ku di derbarê Şêx Seîd de gotibû; “ Hevdîtinên Lozanê dest pê kirin, di konferansa meseleya Mûsûlê ya ku li Stenbolê tê nîqaşkirin de yên li Bakur serhildana Şêx Saîd derxistin çi nemerd bûn, yên îro jî wekî wan nemerd in.” ji aliyê Kurdan ve rastî nerazîbûnan hat.

Partiyên Kurdistanî yên li Bakur, bûn pêşengên van nerazîbûnan û bang li Kûzû kirin da ku ew li hember cenabê Şêx Saîd lêborîna xwe bixwaze.

Hereketa Azadiyê, Partiya Azadiya Kurdistanê, (PAK) Partiya Kurdistanê (PAKURD) Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK Bakur) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) amaje kir ku, gotinên bi vî rengî, tenê dijminahiyê dike navbera gelan.

Partiyên Kurdistanî di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kir ku, Şêx Saîd ji bo gelê Kurd xwedî nirxeke manewî ye û dê bêrêziyên li hember pêşengên Gelê Kurd bi tu awayî nayên qebûlkirin.