Asayişa Rojava serkirdeyekî PDK-Sê azad dike

Asayişa Rojava endamê Komîta Şêwirmendiyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Selah Beyro piştî bêhtir ji 4 mehan ji girtîgehên xwe azad dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava endamê Komîta Şêwirmendiyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Selah Beyro piştî bêhtir ji 4 mehan ji girtîgehên xwe azad dike.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Nafê Beyro ku di heman demê de birayê Selah Beyro ye ji K24ê re ragihand, piştî bêhtir ji 4 mehan, Asayişa Qamişlo birayê wî û endamê Komîta Şêwirmendiyê ya PDK-Sê Selah Beyro ji girtîgehên xwe serbest berdan.

Selah Beyro û hejmarek ji endam û serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji roja 15 Tîrmehê ve, roja merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî ve di zîndanên Asayişa Rojava ve girtî bûn.  

Herwiha Endamê Komîta Navendî ya PDK-S Ebdikerîm Hacî ku roja 30 Mijdarê hatibû azadkirin ji K24ê re ragihandibû, ku rewşa tenduristî ya gelek girtiyên ENKSê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne baş e, ji nava wan jî rewşa tenduristî ya Selah Beyro.