Hevşaredarên DBPê yên Sêrtê hatin girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredarên DBP yên navçeyên Baykanê û Weysel Qeranî yên Sêrtê hatin girtin.
Beriya 5 rojan hêzên ewlekariya Tirkiyê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Sêrtê, operasyon biribûn ser şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û di avahiyan de lêgerîn kiribûn.
Şaredara Baykanê Selva Erdogan li malê, Şaredarê Weysel Qeranî Enes Cengiz jî li şaredariyê hatibûn binçavkirin.
Herdu şaredar şeva bihurî derketin pêşberî dadgehê û bi tometa alîkariya rêxistina terorê hatin girtin.
Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek duh di bernameya K24 de da xuyakirin, heta niha 60 hevşaredarên wan hatine girtin.