Kerby: Me nikarî çekdarên liberal ji yên terrorist veqetandana

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka radigihêne, Amerîka nikarî çekdarên opozîsyona Sûriyê ya liberal ji çekdarên tundrew veqetîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka radigihêne, Amerîka nikarî çekdarên opozîsyona Sûriyê ya liberal ji çekdarên tundrew veqetîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka john kerby raghand, ku bi sedema zehmetiya hejmartina grûpên çekdar ên opozîsyonê, Amerîka nekarî çekdarên opozîsyona lîberal ji yên tundrew û terorsit cuda bike.

Kerby got, ew nabêje ku wan kar nekir ji bo vekişandina çekdarên opozîsyonê ji navçeyên ku Eniya El-Nusra tê de bûn, lê ew ne berpirs in di ber her tiştekî de, ji ber ku hin çekdaran xwastin digel El-Nusra şer bikin, yan li navçeyên wan bimînin, ev yek jî nayê wateya ku Amerîka  kar nekiriye.

Derbarê civîna di navbera her sê wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê de, ya ku duh li Moskoyê birêve çûbû, Kerby got: “Hîn zû ye ku em behsa encamên danûstandinên wan yên derbarê agirbestê li Sûriyê de bikin.”

Kerby amaje kir, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavro û hevşanê wî yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu bi awayekî cuda pêwendiyên telefonî bi Wezîrê Derve yê Amerîka re kirine û ew agahdarî encamên civînê kirine.